ISBN13 978-605-316-032-8
13x19.5 cm, 280 s.
Yazar Hakkında
İçindekiler
Okuma Parçası
Yazarın Metis Yayınları'ndaki
diğer kitapları
Ayet ve Slogan, 1990
Vatan Millet Pragmatizm, 1991
Resmi Tarih Sivil Arayış, 1991
Sol Kemalizme Bakıyor, 1991
Ne Şeriat Ne Demokrasi, 1994
Direniş ve İtaat, 2000
Derin Hizbullah, 2001
Recep Tayyip Erdoğan, 2001
Nereye Gitti Bu Ülkücüler?, 2003
Türkiye’nin Kürt Sorunu, 2004
100 Soruda Erdoğan x Gülen Savaşı, 2014
Gomaşinen, Hatırlıyorum, 2024
Bu kitabı arkadaşına tavsiye et
 

Pêşkêşî, s. 11-13

Fikrê wergerandina nivîsan bi bal Kurdî ve, Hezîrana 2014an bi min re çêbû. Ji bo vê yekê bêyî ku bikevime dudiliyê, li hevalê xwe yê berê Halit Yalçın (Xalid Sadinî) geriyam. Min daxwaza arîkariyê jê kir. Wî jî, hîç tereddut nekir û pêşniyara Mihemed Jiyan kir. Mihemed jî, ev fikir bi germî qebûl kir. Di encamê de, ji 1ê Tîrmeha 2014an pê ve, qismek nivîs û dîdarên min ên li ser Meseleya Kurd ku ji aliyê Mihemed ve hatibûn wergerandin, li ser malpera min a înternetê belav bûn. Ev werger, di maweyeke kêm de rastî elaqeyeke mezin hatin. Musbetbûna vê elaqeyê cihê kêfxweşiyê ye. Li gel vê yekê, hin kesên ji van xebatan aciz jî derketin. Feqet, hemabêje kesekî ji wan jî bi eşkereyî behsa Kurdî nekir û refleksên wekî “Tirkiya vê tuneye?” nîşan dan. Li vir xala me’nedar ev e: Nivîsên xwe ji bilî Kurdî, bi bal zimanên Lazkî, Farisî, Ingilîzî, Fransî, Almanî, Îspanyolî û Rûsî jî didime wergerandin û li ser malpera xwe diweşînim. Lê belê, ji xeynî Kurdî, refleksên wekî “Ma Tirkiya vê tuneye?” ji bo van zimanan yekî jî nayên dîtin.

Em ji vir dikarin derbasî îtirazeke din bibin: Kesên ji wergerên Kurdî aciz in, dibêjin yên ku van nivîsan bixwînin jixwe bi Tirkî jî dizanin. Loma jî îddiaya wan ew e ku ev karê wergerê “belasebeb” e. Lê belê îddiaya ku kesên li dinyayê bi Kurdî diaxivin/ dixwînin di heman demê de bi Tirkî jî dizanin, bêbingeh e. Dema ku min nivîsên xwe dane wergerandin, hedefa min ew Kurd bûn ku bi Tirkî nizanin, lê bi pirsgirêkên Kurdên Tirkiyê re elaqedar in. Herwiha kesên rojeva vî welatî taqîb dikin. Nizanim heta çi radeyê gihîştime armanca xwe. Lê bawer dikim ku dê ev kitêb, gihîştina min bi bal wê armancê ve asantir bike. Ji aliyekî din ve dizanim ku nivîsên min ên bi bal Kurdî ve têne wergerandin, esasen ji hêla Kurdên xelkê Tirkiyê û Tirkîzan ve têne xwendin. Helbet haya min ji vê heye. Lê bi baweriya min, ev rewş têrî wê yekê nake ku ev xebata wergerê, wekî karekî “belasebeb” were dîtin. Tirkî, di mijara pirzimaniyê de gelekî li paş maye. Xebatên wiha di warê wergerê de beriya her tiştî xwedî girîngiyeke taybet in. Loma jî nîqaşa li ser “hewceyî” yan jî “belasebebiya” xebatên wiha bême’ne ye.

Pirsa Kurd, li Tirkiyê “maka hemû pirsgirêkan” e. Herwiha pirsa Kurd, ne tenê Tirkî, pirsgirêka cografyayeke berfireh e. Ev pirsgirêk jî di bingeha xwe de meseleyeke zimanî ye. Loma divê ji bo pêşdebirin, dewlemendkirin û belavbûna zimanê Kurdî herkes ji hêla xwe ve hewl bide. Xebateke wisa di heman demê de ji bo çareseriya pirsa Kurd jî piştgiriyek e. Bêguman, serkêşên misyoneke bi vî rengî lazim e Kurd bin. Lêbelê kesên ku dixwazin pirsa Kurd bi rêyên demokratik bigihê çareseriyeke mayinde jî, divê li gorî îmkanên xwe tişta ji destê wan tê bikin. Ev wezîfeyek e.

Ev kitêb, beşeke nivîs û dîdarên min ên serdema dawîn li ser pirsa Kurd, di nav xwe de vehewandiye. Hinek ji van ji aliyê herêmî ve li ser “Pirsa Kurdistanê” ne. Di vê çarçoveyê de, me cih da diyardeya DAIŞê jî ku di axa Kurdistanê de derketiye holê. Herwiha nivîsên li ser mucadeleya Kurdan, ji Kobanê heta Şingalê û ji wir bigire heta Kerkûkê ku li dijî vê rêxistinê tête kirin, bi berfirehî cih digirin. Erişên DAIŞê, nelihevî, nakokî û nîqaşên adetî yên di nava Kurdan de, di demeke kurt bême’ne hiştin. Kurd, ji mecbûrî be jî nêzîkî hev bûn û piştgirî dane hev. Diyar e ku vê rewşê hevsengiya li herêmê serûbinî hev kiriye.

Beşeke kitêbê ya ne kêm jî ji nivîsên li ser bizava siyasî ya Kurd li Tirkiyê ye. Ev nivîs, veguherîn û geşedana vê bizavê di çarçoveya şert û mercên guhêrbar de dinirxînin. Loma em li ser BDPê hindik sekinîn, lê HDPya ku kete şûna wê jî bi berfirehî bû dabaşa mijara me. Ji xeynî nivîsên li ser PKKê, me dîdarên di zemanên cuda de ku bi kadroya serkirdeyên vê bizavê Cemil Bayık, Murat Karayılan û Duran Kalkan re hatibûn kirin jî di nav bergên vê kitêbê de bicih kirin.

Pêvajoya çareseriyê ku di navbera bizava siyasî ya Kurd û desthilata siyasî de li Tirkiyê dimeşe, yek ji temayên sereke yên vê kitêbe ye. Ev proses, ji dêvla xeteke biîstiqrar, grafîkeke serûber datîne ber me. Nivîsên di serdemên curbecur de li ser vê mijarê hatine nivîsîn, hêvîdar im ku sûdewer bin û vê meseleya ku têra xwe şêlî/ muxleq e piçekî veçirîne û ron bike.

Herî dawîn; herçiqasî rasterast pêwendîdar nebe jî, şerê di navbera cemaeta Fethullah Gülen û hikûmeta AKPê de, di çarçoveya çareseriya pirsa Kurd de xwedî girîngiyeke mezin e. Loma me munasib dît ku hin nivîsên li ser vî şerî hatine reşkirin jî, di kitêbê de cîgir bikin.

Arîkariya Halit Yalçın, Semih Sakallı û bi taybetî jî hevalê min ê wergêr Mihemed Jiyan, di çêbûna vê berhemê de gelek e. Ji bo van arîkariyan minnetdarê wan im.

Ruşen Çakır

İstanbul

 
 

Kişisel Veri Politikası
Aydınlatma Metni
Üye Aydınlatma Metni
Çerez Politikası


Metis Yayıncılık Ltd. İpek Sokak No.5, 34433 Beyoğlu, İstanbul. Tel:212 2454696 Fax:212 2454519 e-posta:bilgi@metiskitap.com
© metiskitap.com 2024. Her hakkı saklıdır.

Site Üretimi ModusNova









İnternet sitemizi kullanırken deneyiminizi iyileştirmek için çerezlerden faydalanmaktayız. Detaylar için çerez politikamızı inceleyebilirsiniz.
X